Bi barîna berfê ra kêfa koçerên li pêşa Çiyayê Cûdiyê xweş bû
Resul Sogunçê li Şirnexê li pêşa çiya heywandariyê dike: "Havîna çûyî hişkesalî bû, niha bereketa berfê zêde ye. Ev berf havînê dê ji heywanên me ra bibe av û çêre"
Şırnak
Li Şirnexê koçerên ku li pêşa Çiyayê Cûdî dimînin, pêşbînî dikin ku barîna zêde ya berfê tesîreke erênî li heywandariyê bike.
Çar malbatên koçer ên 100 nifûsî yên ku havînan diçin zozanên li Wan, Hekarî û Şirnexê û dema serma dikeve erdê jî li tanga gundê Uçkîrazê yê girêdayî navenda Şirnexê vedigerin pêşa Çiyayê Cûdî, li herêma ji terorê hatiye paqijkirin di qedera 70 konan da zivistana xwe derbas dikin.
Koçerên ku pîşeya bav û kalan koçeriyê li erdê xwe yan jî li zozanên ku kirêkirî dikin, ajalên xwe di konên brandayî da xwedî dikin.
Bi barîna berfa dawîn va şert û mercên jiyana koçeran zehmettir bû lê koçer di wê baweriyê da ne ku ev berfa zêde havînê dê tesîreke erênî li heywandariyê bike.
Piştî ku di van 2 hefteyên dawîn da serî ket pez û zayîna pez dest pê kir, karûbarên heywandaran zêdetir bû û lewma jin jî di xebatê da ji mêran ra dibin alîkar.
Ekîbên Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê jî heywandar ziyaret kirin, berxên nûzayî kontrol kirin û heywanên nexweş jî aşî kirin.
Resul Sogunçê (45) ji heywandaran ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku îsal wan barîna evqas berfê pêşbînî nedikir û lewma ji bo barîna berfê amadehiyên wan tunebûn û wiha dewam kir, "Ev 15 sal bûn, ser hev evqas berf nebarîbû. Havîna çûyî hişkesalî bû, niha bereketa berfê zêde ye. Ev berf havînê dê ji heywanên me ra bibe av û çêre."
Mehmet Emin Sogunç (23) û Rabia Sogunç (41) ên ku bi malbatî karê heywandariyê dikin jî diyar kirin, ji ber ku pîşeyê bav û kalan e ew koçeriyê didomînin.
Oktay Sezginê Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê jî bal kişand ku bajêr bi hebûna milyonek û 200 hezar heywanî va binkeyeke giring a xwedîkirina pez e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
