Bi barîna baranê û bi ava belekiyan va asta ava Bendava Patnosê zêde bû
Ağrı
Li Patnosa navçeya Agiriyê, bi barîna baranê û bi ava belekiyan va asta ava Bendava Patnosê zêde bû ku ji bo ava vexwarinê û avdana zeviyan tê emilandin û zivistanê bi rêjeyeke mezin ziha dibe.
Li herêmê van salên dawîn ji ber kêmbûna berf û baranê û her wiha hişkesaliyê, asta ava Bendava Patnosê ber bi zivistanê pir kêm dibe.
Asta ava bendavê ya ku li navçeyê pêwîstiya ava vexwarinê û avdana zeviyan dabîn dike, bi barîna baranê û bi ava belekiyan va zêde bû.
Li gorî daneyên Midûriyeta Şaxê ya Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ), asta ava bendavê derket ji sedî 71ê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
