Jiyan

Bexçeyên zerdeliyan ên li Îdirê bi hatina biharê geş bûn

Bexçeyên zerdeliyan ên li Îdirê di her demsalê da bi rengên xwe yên curbecur va xweştir in lewra biharê kulîlkên wan behna mirov derdixe, havînê mişmiş û payîzê jî pelên reng rengî yên li ser daran bala mirov dikişîne.

Hüseyin Yıldız  | 08.04.2021 - Rojanekırın : 13.04.2021
Bexçeyên zerdeliyan ên li Îdirê bi hatina biharê geş bûn

Iğdır

Bexçeyên zerdeliyan ên li Îdirê bi hatina biharê kulîlk vekirin ji bo ziyaretvanan bûn rawestgeha kêf û gerê.

Bajarê Îdirê yê ku li herî rojhilatê Tirkiyeyê ye û ser sînorê Ermenistan, Nahçîvan û Îranê ye ji ber pozîsyona erdnîgarî, şertên av û hewayê wekî "Çukurovaya Rojhilat" tê binavkirin. Bi cureyên nebat û heywanên beyanî yên li wir gelek in va jî balê dikşîne.

Li bajêr bi hatina biharê va bexçeyên darên zerdeliyan ku bi nav û deng in bi kûlîlkan xemilîn. Demsal bihare û ji ber ku Îdir jî di nav Çiyayên Arasê da ye ji çar aliyê wê behna biharê tê û ziyaretvan naxwazin ji vê xweşoyê mehrûm bimînin.

Li bajêr di bexçewyên zerdeliyan da salê bi qasî 45 hezar ton zerdelî tên rakirin û piraniya pêwîstiya zerdeliyan a Tirkiyeyê ji vê derê tê temînkirin. Zerdeliyên ku havînê ji bo şêniyên bajêr di qada aboriyê da gelek bi kêr tên biharê jî bi kulîlkên xwe va dilan geş dike.

Bexçeyên zerdeliyan ên li Îdirê bi hatina biharê geş bûn

Bexçeyên darên zerdeliyan lê ne di vê demê da ji ber vekirina kûlîlkan ziyaretvanan diezimîne.

Ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) ji xweşiyên di nav dar û berên zerdeliyan da çêbûne mehrûm nema û bi droneyê va hemû xweşî kişand.

Darên zerdeliyan ên kûlîlk vekirine ji hewayê va mîna xêliyeke spî li xwe kiribin xuya dikin.

Şaredarê Bajaroka Melekliyê Eray Coşar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Îdir bajarekî xweş e û darên wan ên zerdeliyan jî wek nîşaneya bajêr in û bi hatina biharê û vekirina kûlîlkan va çar alî gelek xweş bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın