Jiyan

Berxên mizgîniya biharê û makên wan dîmenên xweşik derxistin holê

Li Tunceliyê berxên "mizgîniya biharê" di rojê da 2 caran makên xwe dimêjin û dîmenên xweşik derdikevin holê.

Haydar Şahin, Önder Beyter  | 03.03.2021 - Rojanekırın : 04.03.2021
Berxên mizgîniya biharê û makên wan dîmenên xweşik derxistin holê

Tunceli

Li Tunceliyê berxên "mizgîniya biharê" di rojê da 2 caran makên xwe dimêjin û dîmenên xweşik derdikevin holê.

Li bajêr koçerên ku birên wan ji 500 û 1000 pezî pêk tên guh nadin berf, zivistan, şilî û heriyê her demsal ji bo xweyîkirina pezê xwe hewl didin.

Malbatên koçer ên di her şertî da bi pezê xwe ra eleqedar dibin bihar û havînê derdikevin zozanên bilind, payîz û zivistanê jî dadikevin Pertek û Çemîşgezeka serma û berfa wan kêm e.

Koçer li van navçeyan gom û konan kirê dikin pezê xwe xweyî dikin. Di mehên rêbendan-sibatê da serî dikeve pêz û mî dizên di vê heyamê da koçer kêfxweş dibin.

Berxên li herêmê wekî mizgîniya biharê tên dîtin bi kawbûna xwe va balê dikişînin. Ji ber ku hê çendhefteyî ne berxên virnî di kozan da ji makên xwe cuda dimînin, hînî xwarina alif dibin.

Ji bo berx şîrê makên xwe bimêjin û zû mezin bibin her roj şeveqê û esrê ji kozan tên derxistin û makên xwe dimêjin. Dema mêtinê dîmenên xweşik derdikevin holê.

- Berx di nav gelek miyan da makên xwe dibînin

Dema deriyê kozika berxan tê vekirin berx ber bi makên xwe direvin, bi bîhn û deng va makên xwe dibînin û dimêjin.

Koçer berxên makên wan tunin an jî makên wan nebaniyê dikin jî didin ber miyên şîrê wan zêde bi berxa miyê ra dixin hevaldesk dimêjînin, dema şîr têra van berxên mîjok neke jî bi bîberonê şîr didin wan.

Berxên qasî demekê bi makên xwe ra dimînin û dimêjin paşê tên kozkirin û dîsa dikevin kozên xwe.

Berxên ku bi ka, kes û ceh tên alifkirin, di dema zozanan da dê berdin çêrê û berxvan dê bibin û wan biçêrînin.

Bi hatina payîzê ra berxên ku ji zozanan dadigerin, jê yên mê tevî bira pêz dikin, yên nêr jî difroşin ticarên navçe û parêzgehên nêzîk.

Koçer Gunay Acim ji peyamnêrê AAyê ra got ku heywandarî, pîşeya wî ye ku ji kalê wî maye.

Acim diyar kir ku ew li gundê Çakirbahçe yê navçeya Pertekê heywanan xwedî dike.

Acim her wiha got ku xwedîkirina pez him aliyên wê yên zehmet û him jî aliyên wê yên xweş hene û wiha dewam kir, "Ev pîşe, heger mirov bizanibe pir hêsan e, lê mirov nizanibe pir zehmet e. Ji me ra lukseke mîna betlaneyê tuneye. Em salê 12 meh bi heywanan ra mijûl in. Zivistanê karê me hê girantir e. Em yek bi yek miqatî pez û berxan dibin."

Acim her wisa bal kişand ku dema serîketina pêz ku dawiya rêbendanê serê sibatê dest pê dike, bi dawî bû û wiha got, "Em mîna beytaran pezên ku di berzê da dimînin, dizeyînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.