İbrahim Atmaca
14 Nîsan 2019•Rojanekirin: 15 Nîsan 2019
Li Ovacika navçeya Tunceliyê ku zivistana wê pir sar derbas dibe, berfînên mizginiya biharê vekirin û zevî û kêlekên çeman bi berfînan zer bûn.
Bi hatina biharê ra li Ovacikê siruşt bi gul û çîçekan va xemilî.
TUNCELÎ (AA) - Li Ovacika navçeya Tunceliyê ku zivistana wê pir sar derbas dibe, berfînên mizginiya biharê vekirin û zevî û kêlekên çeman bi berfînan zer bûn. ( Sidar Can Eren - Anadolu Agency )
Berfînên ku wek mizginiya biharê tên zanîn û her sal di hefteya ewil a meha nîsanê da vedibin, bi tonên zer va dîmenên xweşik derdixin holê.
Heta meha gulanê li zevî û rexên çeman çîçek vedikin û minminîkên ku perê wan rengîn in li ser çîçekan datînin û siruştê dixemilînin.
Xweşikiya berfînan li rex Çiyayên Mûnzûrê yên ku berf li ser hene, bala wênekêşên siruştê jî dikşînin.