Sayim Harmancı,Şener Toktaş,İbrahim Yaldız,Mesut Varol
25 Adar 2022•Rojanekirin: 26 Adar 2022
Li Wan, Hekarî, Bitlîs û Mûşê ji ber hewaya sar, berf û pûkê rêya 176 cî û waran ji çûn û hatinê ra hat girtin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji ber berf û pûkê li bajêr rêya 47 devaran girtî ye û ji bo vekirinê jî xebat didome.

- Hekarî
Li gor agahiyên ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan li bajêr rêya 7 gund û goman girtî ne û ekîbên rêvekirinê ji bo vekirina wan rêyan hew didin.

- Bitlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan destnîşan kir ku ji ber berfa li bajêr bi tesîr bû rêya 64 gundan ji çûn û hatinê ra hat girtin.
Kurtkan got ku ji bo welatî mexdûr nebin ekîbên wan û yên şaredariyê li ser karê xwe ne û dixebitin.

- Mûş
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê Şeyhmus Yentur got ku ji ber berfê rêya 58 gundên li ser bajêr girtî ne û ji bo di dema herî kurt da ew rê bên vekirin ekîp li ser karê xwe ne.
Ekîbên Şaredariya Mûşê jî li nav bajêr berfa kuçe, kolan û peyarêyan paqij dikin û bi kamyonan dibin derveyê bajêr.