Berfa ku li ser baniyê xaniyên kevir ên çendîn esran kom bûye, bi zibare davêjin
Bitlis
Li Hîzana navçeya Bidlîsê kesên ku li gundên pala çil û çiyan dijîn, ber ku li ser baniyê xaniyên kevir ên çendîn esran kom bûye, bi zibare davêjin û paqij dikin.
Li Bidlîsê şert û mercên zivistanê li gund û deverên gundewar zêdetir tengasiyê dide kişandin.
Li Uzuntaşa gundê Hîzanê ku dîroka wê heta 300 sal berê diçe, gundî zivistanê aliyê hev dikin û barê hev sivik dikin.
Li gundê ku li pala çiyê hatiye avakirin, mîmariya xaniyan dişibe pêlekanên nerdewanê. Berfa ku li ser baniyên xaniyan kom dibe, gundî bi zibare paqij dikin.
Gundî bi bêrê berfê wekî qaliban jê dikin û davêjin ku xaniyên wan di binê giraniya berfê da tep nebin.
Qalindahiya berfê li gund cî bi cî ji mêtreyekî zêdetir e, berfa ku li kuçeyên teng ketiye, qasî bejna xaniyan bilind bûye, gundî danê sibehê heta êvarê bi zibare berfê paqij dikin û davêjin.
Ji gundiyan Mazhar Arvas ji nûçegihanê AAyê ra got ku îsal li herêmê berf zêde ket û wiha dewam kir:
"Ji 2013an vir va ev qas berf neketibû. Paqijkirina baniyan bi rastî jî karekî zehmet e."
