Jiyan

Berf û bagerê li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê rêyên 574 cî û waran girtin

Sedat Gümüş, İbrahim Yaldız, Sayim Harmancı, Şener Toktaş  | 15.01.2026 - Rojanekırın : 15.01.2026
Berf û bagerê li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê rêyên 574 cî û waran girtin Sıraç Karadeniz

Van

 Li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê ji ber berf û bagerê rêyên 574 cî û waran hatin girtin.

Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, ji ber berf û bagerê li tevahiya bajêr rêyên 363 cî û waran hatin girtin.

Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.

- Mûş

Li tevahiya bajêr piştî ketina berfê rêyên 59 gundan hatin girtin.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir, ji bo vekirina rêya 59 gundan xebat dewam dikin.

Yentur daxuyand ku ji bo vekirina rêyan ekîb şev û roj dixebitin, seba ku welatî mexdûr nebin, ew li ser kar in.

- Hekarî

Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan, li tevahiya bajêr berfê pêr rêya 223 cî û waran girtibû û ji wan rêyên 161 cî û waran hatin vekirin.

Ekîb ji bo vekirina rêyên 62 gund û mezreyan dixebitin.

Ekîbên Şeftiya Şaxa 114emîn a Rêbejan jî di rêya Hekarî-Çukurcayê da li cihê ku şepe lê ketibû, rê fireh kir.

- Bidlîs

Li bajêr berf ket, serma çêbû û di çûyîn û hatinê da tengasî derket.

Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir ku ji ber berfê li navenda bajêr û li navçeyan rêya 90 gundan hat girtin.

Kurtkan got ku ji bo ku di çûyîn û hatinê da tengasî dernekeve ekîb di rêyên gundan da bê navber dixebitin.

Li bajêr hewa sar e, ekîbên şaredarî û rêbejan jî berf paqij kir, rê xoyê kirin û rê fireh kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın