Jiyan

Bendava Goyneyê ya li Erzincanê ji ber hewaya sar qeşa girt

Kemal Özdemir  | 21.01.2026 - Rojanekırın : 22.01.2026
Bendava Goyneyê ya li Erzincanê ji ber hewaya sar qeşa girt Kemal Özdemir

Erzincan

 Bendava Goyneyê ya li Erzincanê ji ber hewaya sar berf û qeşa girt.

Li bajêr 3 rojan berf dem demî barî û hewa jî sar bû.

Germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da heta 12 pileyan kêm bû.

Rûyê Bendava Avdanê ya Goyneyê ya li gundê Çatalarmutê ji ber sermayê qeşa girt.

Bendava ku havînê ji bo avdana nêzîkî 48 hezar dekar erdê çandiniyê tê bikaranîn, her wiha ji bo masîgiriya di qefesan da jî tê bikaranîn û qefesên masiyan jî di bin qeşayê da man.

Dîmenên gola ku berf û qeşa girtiye bi dronê hat kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.