Jiyan

Bendava Cîpê ya li Elezîzê ji ber sermayê qeşa girt

İsmail Şen  | 21.01.2026 - Rojanekırın : 21.01.2026
Bendava Cîpê ya li Elezîzê ji ber sermayê qeşa girt İsmail Şen

Elazig

 Bendava Cîpê ya li Elezîzê ji ber sermayê bi berf û qeşayê nixumî.

Li bajêr 4 roj in dem demî berf dibare, piştî berfê hewa sar bû.

Germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da heta 11 pileyan kêm bû.

Bendava Cîpê ya li ser Çemê Cîpê ya ku 15 kîlomêtro nêzîkî navenda bajêr e, ji ber sermayê bi berf û qeşayê nixûmî.

Ji ber ku rûyê bendavê qeşa girt, hin çûk li ser qeşayê melisîn.

Dîmenê Bendava Cîpê ji Qada Seyranê ya Cîpê ya Şaredariya Elezîzê xweş xuya dike.

Bendav bi siruşta xwe û cureyên çûkên lê ne, balê dikşîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın