Bedewiyên dîrokî, xwezayî û çandî yên Tunceliyê bala wênegiran dikişîne
Wênegirên tên ziyareta navçeya Ovacixê malên bi mîmariya herêmî hatine lêkirin, extiyar, heywandar, kêlên merzelan ên dîrokî û her wiha cureyên kulîlk, kêzik û minminîkan dikişînin

Tunceli
Ovacixa navçeya Tunceliyê ya ku bi xwezaya xwe ya dest û çavpêneketî va balê dikişîne, bi bedewiyên xwe yên dîrokî, xwezayî û çandî va bala wênegiran dikişîne.
Navçeya raqim 1500 ya dikeve navbera çiyayên Munzur û Mercanê, salê çar demsal cuda xweş e.
Navçeya ku turîzma wê ya çiyagerî û werzişên xwezayê bi pêş ketiye, ji ber hebûna Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê her sal ji hêla gelek turîstî va tê ziyaretkirin.
Herwisa navçeya ku bi zozan, sûlav û golên xwe yên cemedê derdikeve pêş, van deman hunermendên wêneyê yên ji parêzgehên wekî Stenbol, Îzmir, Mêrsîn, Antalya, Çanakkale, Trabzon, Adiyeman, Gazîentab, Bîngol û Diyarbekirê diezimîne.
Satî Guderê hunermendê wêneyan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku qedera 5 salan e wêneyan dikişîne û ji ber ger û geştên xwe yên li Tirkiyeyê, ew kêfxweş e.
Îbrahîm Şîmşek jî destnîşan kir ku ew di demên diyar da çalakiyan li dar dixin û bedewiyên Anadoluyê qeyd dikin.
Nuket Uluc û Fikriye Erê jî bal kişandin ku wan gelek wêne kişandin û her wiha gelekî kêfa wan bi Ovacixê ra hat .
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.