Baxçe di sala 2009an da ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin va li ser qadeke 17 hezar mêtroçargoşeyî hat avakirin.
Li baxçeyê qasî hezar cure nebatên cuda, gol û sûlav hene.
Bi hatina biharê ra baxçe rengîn bû.
Rêvebira Herbaryumê û Biyologa Pispor Ebru Bozlar ji nûçegihanê AAyê ra got baxçe bi hatina biharê ra xemilî û wiha axivî: "Lale, simbil û nergizan vekir, mêvanên me jî tên. Bi reng û bêhnê va li baxçeyê me coşek heye. Bi taybetî sibê û êvaran bêhn pir xweş e. Em pêşniyaz dikin ku bila mirov bên serdana baxçeyê me."
Ji ziyaretvanan Esîn Demirhanê jî got ew her sal tê Baxçeyê Botanîkê û îsal ev der bêtir xweş e.