Barê çiyagerên ku hildikişin Çiyayê Agiriyê hesp û qantir dikşînin

Iğdır
Çiyagerên hildikişin Çiyayê Agiriyê bi saya hesp û qantirên gundiyan barê xwe rehettir dikşînin.
Çiyayê Agiriyê ya ku bilindahiya wê 5137 mêtro ye mazuvaniya gelek çiyagerên herêmî û biyanî dike.
Çiyager roja ewil digîhêjin 3 hezar û 200 mêtroyê çiyê û li wir konê xwe vedigirin.
Di roja duyem da dest bi rêwîtiyê dikin û li qonaxa 4200 metroyî bêhna xwe didin.
Roja sêyem jî çiyager hildikişin lûtkeyê û paşê vedigerin.
Dema çûyîn û vegerê barê wan ji bo ku ji wan ra giraniyê neke ew ji gundiyan alîkariyê dixwazin.
Gundiyên li quntara Çiyayê Agiriyê bi hesp û qantiran barê wan dibin û tînin, ji wan ra rêberiyê dikin.
Bi saya barkişandin û rêberiyê gundî debara xwe dikin.
Ji gundiyan Nurullah Civaş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku îsal çiyager zêde tên û wiha axivî: "Dema min nû dest bi kar kiribû pir zehmet bû, lê edî em hîn bûn, em wek berê nawestin.
Ku em nebin ev kar nameşe, lewra alavên kampê pir giran in û lewma jî em alavan hildigirin. Li gund alavên ku em ji wesayîtan derdixin û hildidin, em pêşiyê derdixin 3 hezar û 200î û ji wir jî em derbasî 4 hezar û 200î dikin. Piştî ku çiyager derdikevin lutkeya çiya, em alavan cardin tînin gund."
Mehmet Taşdemir jî diyar kir, ew li kampên ku li Çiyayê Agiriyê vedigirin, alîkariya çiyageran dikin û wiha dewam kir, "Îsal ji ber ku qelebalixî zêde ye, çûn û hatina me ya di navbera kampan da jî pir dibe. Li kampên 3 hezar û 200 û 4 hezar û 200î komên cuda dimînin. Her wiha gava em alavan transfer dikin, em pir diwestin."
Çiyagerê Îranî Elî Şaîqî jî sipasiya gelê deverê kir ku alîkariya wan kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.