Jiyan

Balonên hilmegulmê geliyên Kapadokyayê xemilandin

Behçet Alkan  | 02.10.2025 - Rojanekırın : 02.10.2025
Balonên hilmegulmê geliyên Kapadokyayê xemilandin Behçet Alkan

Nevsehir

Balonên hilmegulmê yên Kapadokyaya beldeya tetîlê geliyê kevirê cinan xemiland.

Li Kapodokyaya ku di Lîsteya Mîrayeta Dinyayê ya UNSECOyê da ye, turîstên ku dixwazin kevirê cinan ên ku di milyon salan da çêbûne, ji jor va temaşe bikin, li balonên hilmegulmê siwar bûn.

Li herêmê ji ber ku car caran ba radibû, ji 29ê Îlonê pê va balon ranedibûn, lê îro cardin firin.

Balonên hilmegulmê destê sibê beriya ku roj hil were li beldeya Goremeyê ya Nevşehirê û qadên rabûna balonan ên derdorê hatin amadekirin û piştî ku turîst li sebetan siwar kirin, balon dû hev rabûn.

Turîst nêzî saetekê li esmanê herêmê geriyan û ji hewa va herêm temaşe kir. Paşê balonan li beldeya Uçhîsar û gundê Çavuşînê danîn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.