Bêrîvanên li Mûşê ji bo şîr dotinê bi kîlometreyan rê dimeşin
 
                Muş
 Li Mûşê bêrîvan her roj ku ji bo şîr bidoşin bi kîlometreyan rê diçin û derdikevin zozanê.
Bêrîvanên li gundê Ilicayê ku 35 kîlomtre ji navendê dûr e her roj li kerê siwar dibin û yan jî dimeşin û diçin zozana raqima wê 2 hezar û 500 e.

Bêrîvan bi piştevaniya malbatê va mêşin û bizinan didoşin û ji şîrê wan jî penêr, mast û rûn çêdikin û difiroşin.
Ji bêrîvanan Bahar Bozkurtê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku şêniyên gund ên wan hemû bi heywan xwedîkirinê va debara xwe dikin û wiha domand: "Li zozanan piraniya kar ji alî jinan va tê kirin. Me 2 meh berê heywanên xwe derxistibû çêrê û li wê derê ji xwe ra kon vegirt. Em serê sibehê zû radibin û him kar û barê malê dikin û him jî derdikevin zozan û pez didoşin."

Kadrîye Çetînbaşê jî got ku ew rojê du caran pez didoşin û debara xwe bi heywandariyê dikin.
 
             
 
             
                                     
                                     
                                     
                                     
                                    