Asta ava Bendava Karakayayê ji ber germahî û hişkesaliyê kêm bû
Li hin deverên bendavê yên ku li aliyê Meletiyê dimîne û ava wê kêm bûye, cotkar çandiniyê dikin û her wiha li cihên din jî cih û war û rêyên berê yên di binê avê da mabûn, derketin holê

Malatya
Asta ava Bendava Karakayayê ya ku ji bendavên herî mezin ên Tirkiyeyê ye, bi tesîra germahiya hewayê û hişkesaliyê kêm bû.
Bendava ku hewzeya wê ya avê digihêje Diyarbekir, Elezîz û Meletiyê, kêmbûna di asta avê da li hêla Meletiyê bi dronê hat kişandin.
Li taxên navçeya Battalgaziyê yên bi navê Boran, Toygar, Kadiçayiri, Adagoren û Agilyaziyê li cihên ku av kêm bûye, cotkar çandiniyê dikin û ji aliyê din va jî li van deveran cih û war û rêyên berê yên di binê avê da mabûn, derketin holê.
Dîsa di dîmenê da dixuyê ku li cihên av kêm bûye, hin heywandar dewarên xwe derbasî aliyê din ê avê dikin.
Endamê Hîndekariyê yê Doktor Îbrahîm Halil Yanardagê Alîkarê Dekanê Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Malatya Turgut Ozalê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku germahiya hewayê bi xwe ra gelek rewşên neyînî jî derdixe holê.
Yanardag bal kişand ku ji ber germahiya hewayê pirsgirêka avê rû daye û wiha dewam kir, "Daneyên meteorolojîk nîşan didin ku li Meletî û Elezîzê di barîna berf û baranê da li gorî nîvendiya salên dirêj, kêmbûneke bi qasî ji sedî 25-35an heye, nîvendiya germahiyê jî 1,5 yan jî 2 santîgrat pile zêde bûye. Vê rewşê ava çemên diherikin gola bendavê kêm kir, ji xeynî van di mehên havînê da rêjeya dûkelbûnê ji sedî 15an zêde bûye."
Yanardag destnîşan kir ku di çandiniyê da zêdebûna emilandina avê, emilandina ji bo hilberîna enerjiyê û her wiha miçiqîna avên binerd, ji sedemên kêmbûna avê ne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.