Jiyan

Antrenora Efrînî ji zarokên keçîn tîma fitbolê ava kir

Rulaf Horoya antrenora jin a Kurd a 21 salî: "Di tîma fitbolê ya jinan a ewil a ku min ava kir da zarokên Ereb, Kurd û Tirkmen bi hev ra ne. Yên ku ji derva temaşe dikin bila nefikirin ku em ji hev cuda ne.

Ethem Emre Özcan, Ömer Koparan  | 28.01.2023 - Rojanekırın : 30.01.2023
Antrenora Efrînî ji zarokên keçîn tîma fitbolê ava kir

Afrin

 Rulaf Horoya antrenora jin a Efrînî li bajarê xwe yê li bakurê Sûriyeyê yê ku ji terorê hat xalîkirin zarokên keçîn ên ji neteweyên cuda anî bal hev û tîma fitbolê ava kir.

Horoya 21 salî li Efrîna ku cihê jidayikbûn û mezinbûna wê ye cara ewil di sala 2015an da fitbol lîst û li tesîsa fitbolê ya li navçeyê antrenoriya zarokên ji neteweyên cuda dike û zehmetiyan berteref dike.

Antrenora Efrînî lîstina fitbolê bi keçikan da hezkirin û armanca wê ew e ku şopên şer ji ser zarokan biavêje.

Werzişvana ciwan a Efrînî ji aliyekî va fitbolê dilîze ji aliyê din va jî serbilind e ku tîma fitbolê ya ewil a keçan a li herêmê ava kir.

Horo hewl dide ku jimara lîstikvanên di tîma fitbolê ya keçan a ji 25 kesan pêk tê zêde bike.

- "Zarokên Kurd, Ereb û Tirkmen bi hev ra ne"

Horoya ku ji Kurdên Efrînê ye daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Ez ji sala 2015an vir va fitbolê dilîzim û gelekî ji meydan xwendinê hez dikim. Lewra min lîstina fitbolê tercîh kir. Wek keçek ji der û dor baş nabînin ku ez fitbolê dilîzim."

Horoyê diyar kir lîstina fitbolê hînê birayê xwe jî kir û wiha axivî: "Min ji revê gelekî hez dikir, digel vê min dest bi fitbolê kir. Min li bajarên cuda yên Sûriyeyê fitbol lîst. Hema bêje li Efrînê tekane keça ku fitbolê dilîze ez bûm. Niha tîmeke min heye."

Antrenora xama destnîşan kir ku hember dijwariyên şer serî netewand û wiha axivî: "Ez ranewestiyam, min dewam kir. Di tîma fitbolê ya jinan a ewil a ku min ava kir da zarokên Ereb, Kurd û Tirkmen bi hev ra ne. Yên ku ji derva temaşe dikin bila nefikirin ku em ji hev cuda ne. Em xwîşk û bira ne û bi hev ra dijîn. Em ê li herêmên rizgarkirî xwe îsbat bikin."

- "Ereb û Kurdan tîne bal hev"

Bêrîvan Hesena 11 salî ya Efrînî jî got ku "Ez sê meh berê tevî vê tîmê bûm. Ji lîstina fitbolê hez dikim. Ez gelekî ji lîstina fitbolê hez dikim. Em piştgiriyê dibînin, perwerdeyê dibînin. Ev der Ereb û Kurdan tîne bal hev."

Rînad Nemnumeya 12 salî ya ji Helebê jî diyar kir kêfxweş e ku parçeyeke vê tîmê ye û behs kir ku bi vê wesîleyê bi hevalên xwe ra wextê xwe baş derbas dike.

Nemnumeyê got ku dema bi malbata xwe ya koçî navçeyê kirin 1 salî bû û li Efrînê kêfxweş e.

Nemnume da zanîn ku siberoj dixwaze bibe fitbolesteke baş a wekî Crîstîano Ronaldoyê Portekîzî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.