AKOMê ji bo Stenbolê hişyariya bahoz û barana gur da
Istanbul
Navenda Hemahengiya Afetê (AKOM) a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, ragihand ku dê ji sibê serê sibehê pê va bahoz û barana gur çêbe.
Li gorî daxuyaniya AKOMê, tê çaverêkirin di serî da Stenbol hema bêje temamê welêt berf, baran û seqem bi bandor be.
Tê payîn ku germahî ya ku ji destpêka hefteyê va di navbera 15 û 18 pileyan da ye, ji roja pêncşemê pê va bi qasî 8 heta 10 pileyan dakeve asta zivistanê.
Ji ber vê yekê, tê payîn ku ba ji êvara îro pê va xurttir bibe. Her wiha tê payîn ku ji sibeha pêncşemê û pê va ba xurttir bibe û roj bi bahozan, bi berq û birûskan bidome. Her wiha baran û bahozên giran ên herêmî jî têne pêşbînîkirin.
Ji welatiyan tê xwestin ku li hember bahoza ku tê payîn heta êvarê roja pêncşemê bidome, tedbîrên pêwîst bigirin û baldar bin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
