Ajetê ji ber rewşa hewayê ya neyênî sibê 24 seferên xwe betal kirin
Istanbul
AJetê daxuyand, ji ber rewşa neyênî ya hewayê 24 seferên ku ji bo sibê hatibûn plankirin, hatin betalkirin.
Mişawirê Çapemeniyê yê AJetê Mehmet Yeşîlkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got, "Ji ber rewşa hewayê ya li Stenbolê Komîteya Rewşa Acil a Meteorolojîk biryara kêmkirina firînan da û li gorî vê biryarê 12ê Rêbendanê roja Duşemê 24 seferên me yên ku balafirên wan ji Balafirgeha Sabîha Gokçenê radibin û lê datînin, hatin betalkirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
