06 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2016
BITLÎS
Asiye Sutluya ku li Hîzana navçeya Bidlîsê dijî ji 9 zarokên wê 83 nevî û 32 nevîçirkên wê hene.
Dapîr Sutluya ku li gundê Koçyigita Hîzanê dijî û temenê wê ji qirnekî derbas bûye, xwediyê malbatekê berfireh e û raza temendirêjiya xwe bi xwarinên xwemalî yên ku hertim dixwe va girêdide.
- "Min 15 salî mêr kir"
Dapîra Sutlu anî ziman ku dema ku mêr kir 15 salî bûye û dema bû 70 salî mêrê wê wefat kiriye û wiha pê da çû:
"Ez nuha 117 salî me. Ez û mêrê xwe em 55 salan pêk va jiyan. Nuha 4 kur û 5 keçê min hene. Zarokên min li Stenbol, Mersîn û Hîzanê dijîn. Herwiha 83 nevî û 32 nevîçirkên min hene. Me gelekî feqîrî dît. Mihacir ji bo giyakomkirinê dihatin gund. Em bi hisreta gezek nan bûn. Çi bi dest me keta me dixwar. Me ji giyayan xwarin çêdikir. Me genimê xwe bi destaran dihêra û me nanê xwe jê çêdikir. Me nanê garisî dixwar."
Bûka dapîrê Zînet Sutlu (33) got, "Ez li xwesûya xwe dinêrim. Ez tenê li balê me. Zarokên wê yî din li bajarên din in."
- "Ez ji guhdariya serpêhatiyên dapîra xwe hez dikim"
Neviya wê ya 12 salî Derya Sutluyê jî destnîşan kir ku gelekî hej ji dapîra xwe dike û wiha got, "Dapîra min serpêhatiyê xwe ji me ra dibêje. Ez ji guhdariya wê pirr hez dikim."