Jiyan

Li Agiriyê depoyên TIRên parqkirî di sir û sermayê da qerimîn.

Li Agiriyê şofêrên TIRan ji bo depoyên sotemeniyê yên ku qerimîne vehelin agir di binî da dadidin

İbrahim Atmaca  | 19.01.2020 - Rojanekırın : 20.01.2020
 Li Agiriyê depoyên TIRên parqkirî di sir û sermayê da qerimîn.

Ağrı

Li bajêr germa hewayê ket binê sifrê û cobar û kanî qerimîn, ji bo ku wesayîtên wan neqerimin welatiyan betanî û xalîçe li wesayîtên xwe wer kirin.

TIRên ku li îstgehên perê bajêr parqkirî ne, depoyên wan qerimîn, şofêr ji bo ku wesayîtên xwe bixebitînin di binê depoyan da agir dadidin ku vehelin.

Ji şofêrên TIRan Erol Fîdan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li bajêr hewa pir sar bû û herî zêde tesîra sermayê li ser şofêrên TIRan ên ku diçin derveyî welêt û tên, kir.

Fatîh Karadag jî wiha got, "Hewa pir sar e, tengasiya me li ber çava ye. Sotemeniya wesayîtan diqerime. Em mecbûr dimînin û agir di binî da vêdixin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın