Çêkirina kulîçeyên tama sereke ya eydan dest pê kir

Şanlıurfa
"Kulîçeya Elîgor" a tescilkirî ku li Şanliurfayê ji tamên sereke yên eydê ye, bi nêzîkbûna Eyda Remezanê xwe li ciyê xwe yê li ser dezgehan ediland.
Kulîçeyên ku li herêmê li gelek bajaran berbelav e û li Şanliurfayê jî bûye kevneşopî, vê eydê jî dê sifreyan bixemilîne. Kulîçeyên ku ji ar, rûn, şîr, hêk, kuncî û 7 cure baharatan tên kirin, bi çayê ra îkramî mêvanan dikin. Ji ber ku di çarçoveya tevdîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da îsal jî ziyaretên eydê qedexe ne, welatî kulîçeyan wekî diyarî ji cîran û eqrebayan ra dişînin.
Mikaîl Demirê ku kulîçeyan çêdike ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, kulîçeyên ku li Şanliurfayê kevneşopî ne, bêtir berî eydê tên tercihkirin û her wisa hinek welatî li malê bi xwe çêdikin, hinek jî ji pastexaneyan dikirin.
Demir bal kişand ku çêkirina kulîçeyan bi zehmet e û pisporiyê dixwaze û wiha dewam kir, "Kulîçeya Elîgor a me mîna çîga me ji tamên resen ên Şanliurfayê ne. Li cem me dîroka kulîçeyê vedigere sedsalên berê. Welatî di eydan da îkramî mêvanan dikin. Li herêmên din loqim, şekir û çîqolete îkramî mêvanan dikin, li vê derê jî kulîçeyan îkram dikin. Ji Eyda Remezanê ra hindik ma û karê me jî zêde bû. Însan îsal ji ber şewba vîrusa koronayê kulîçeyan wekî diyarî ji cîran û eqrebayan ra dişînin.
Mehmet Demir ku ew jî kulîçeyan çêdike, diyar kir ji ber 7 cure baharat û melzemeyên din ên ku dikevin navê, kulîçeya Elîgor ji yên din cuda ye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.