Jiyan

ÎHHyê li Etiyopyayê li êtîman alîkarî bela kir

ÎHHyê di çarçoveya Rojên Piştevaniya Êtîman a 2019an da li çend bajarên Etiyopyayê alîkarî dan zarokên êtîm

İbrahim Atmaca  | 28.11.2019 - Rojanekırın : 05.12.2019
ÎHHyê li Etiyopyayê li êtîman alîkarî bela kir

Istanbul

Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên Merivan (ÎHH) di çarçoveya Rojên Piştevaniya Êtîman a 2019an da li çend bajarên Etiyopyayê bi zarokên êtîm ra bername li dar xistin.

Didarên ÎHHyê di çarçoveya Rojên Piştevaniya Êtîman da ku îsal cara 9emîn e tê organîzekirin, li başûrê Addis Ababaya paytext li bajarên Kofele û Adabayê li êtîman diyarî bela kirin. Qurbanên akîka û adakê yên ku xêrxwazên li Tirkiyeyê şandin, hatin şerjêkirin û li malbatên êtîman hat belakirin.

Alîkarê Serokê ÎHHyê Hasan Aynaci daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ÎHHyê îsal bi Rojên Piştevaniya Êtîman ji 53 welatên cuda nêzî 100 hezar êtîm û malbatên wan ra qencî kirin.

Aynaci diyar kir ku di çarçoveya bernameyan da wan li Etiyopyayê piştgirî da 6 hezar êtîman.

Ekîba ÎHHyê piştî ku li Etiyopyayê karên xwe kuta kirin, li paytext Addis Ababayê Ofîsa Navend a Edîtoriya Nûçeyên Afrîkayê ya Ajansa Anadoluyê ziyaret kir û ji Edîtor Îbrahîm Tigli der heqê nûçeyên Afrîkayê yên AAyê da agahî hildan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.