19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2017
ANKARA
Serîlêdanên "Perwerdeya Wênegiriyê" ya Akademiya Nûçegihaniyê a Ajansa Anadoluyê (AA) dest pê kir.
Wênegirên pispor, akademîsyen û nûçegihanên wêneyan ê xwedan tecrube dê dersdariya kursa ku dê li Enqereyê bê lidarxistin, bikin.
Kesên mîna Sabit Kalfagil, Coşkun Aral, Ozan Sagdiç û Merih Akogul ku xebatên navneteweyî kirine, dê li kursê tecrubeyên xwe bi kursiyeran ra parve bikin.
Di maweya kursê da dersên mîna, "Wênegiriya Bingehîn", "Çanda Wênegiriyê", "Wênegiriya Siruştê", "Di Wênegiriyê da Emilandina Şewqê", "Wênegiriya Kolanê", "Wênegiriya Portreyê", "Wênegiriya Mîmarî", "Wênegiriya Nûçeyan-Foto Hevpeyvîn" û "Sepanên Kişandina Wêneyan" dê bên dayîn û herwiha konferansên ku mijara wan "Ji Hosteyan Çîrokên Wêneyan" dê bên lidarxistin.
Di çarçoveya dersên sepanê da li Hamamonu, Keleha Enqereyê, Mizgefta Hacibayramê, Yedîgoller, Beypazari û Kapadokyayê wê wêne bên kişandin.
Şertên serîlêdanê
Her kesekî eleqedar dikare serî li kursê bide û herwiha namzedên ku dê serî lê bidin divê nexweşiyeke wan a kronîk û bedenî tunebe.
Di maweya kursê da wênegir û ekîpmanên din ên ku kursiyer dê biemilînin, divê namzed bi xwe bîter bikin. Namzed dikarin portfolyoyeke ku ji 10 wêneyan pêk tê, amade bikin û ji akademifotograf@aa.com.tr adresa maila Akademiya Nûçegihaniyê a AAyê ra bişînin.
Namzetên ku heq kirine perwerdeyê bibînin wê hezar û 500 lire pere ji bo ger û xwarinê di bankayê de razînin. Ji bilî vê belgeya sicîlê ya edlî û rapora tenduristiyê ve qeyda xwe bikin.
Yên ku ji dervayê Enqereyê serî lê didin wê li ser bernameya Skype beşdarî mulaqatê bibin.
Piştî perwerdeyê namzedên ku serkeftî bûne wê sertîfîkayê bigrin.
Ji hêla din ve di meha îlon û cotmehê de li Stenbolê jî "2yemîn Perwerdeya Wênekêşiyê" wê bê dayîn."
Serlêdanên perwerdeyê wê di navbera 16ê çileya paşîn û 19ê sibatê de bên kirin. Piştî serlêdanan mulaqatê dest pê bikin.
Di navbera 6 û 10 ê adarê de mulaqatê bên kirin û kesên ku ji mulaqatê derbas bûn wê di 16ê adarê de bên eşkerekirin.
Perwerdeyê jî di navbera 4ê nîsanê û 2yê gulana 2017an de bê dayîn.
Yên ku dixwazin serî li perwerdeyê bidin dikarin li ser navnîşana http://aa.com.tr/tr/haberakademisi/Login; formekî tije bikin. Der barê hûrgiliyan de jî dikarin ji navnîşana http://aa.com.tr/tr/haberakademisi/egitimler/fotografcilik-egitimi/531813 agahiyan hîn bibin.