18 Mijdar 2016•Rojanekirin: 20 Mijdar 2016
BAKU
Ajansa Nûçeyan a Dewleta Azerbaycanê (AZERTAC) serokatya Yekîtiya Ajansên Nûçeyan a Asya-Pasîfîkê (OANA) dewr sitand.
Civîna 16emîn a Lijneya Giştî ya OANAyê li Bakuyê hat kirin. Arîkarê Midûrê Giştî Mustafa Ozkaya di civînê de Anadolu Agencyê (AA) temsîl kir û ji 40î zêdetir ajansên nûçeyan 80yî zêdetir nûne beşdarî civînê bûn.
Di civînê de hilbijartinên serokatiyê û lijneya birêvebirinê hatin kirin û serokatiya OANAyê ji bo 3 salan dewrî AZERTACê kirin û dîsa AZERTACê berpirsyariya sekreteriya giştî hilda ser xwe.
Ajansa Rûs TASSê ya ku berê serokatî dikir jî ji bo arîkariya serokê hat hilbijartin, biryar hat dayîn ku ajansên AA, Şînhuaya Çînê û Yonhapa Koreya Başûr ên ku arîkariya serokê OANAyê dikirin vê peywira xwe berdewm bikin.
Birêvebiriya malpera saziyê û mijarên din ên saziyê jî dewrî AZERTACê kirin.
ÎRNAya Îranê, BNAya Bahreynê, VNAya Vîetnamê, NNAya Lubnanê, AAPê ya Awistralyayê, Kyodoya Japonyayê, PTIya Hîndistanê, Bernamaya Malezyayê jî wek endamê Lijneya Birêvebirinê yên OANAyê hatin hilbijartin.
Midûrê Giştî yê AZERTACê Aslan Aslanov piştî ku serokatî dewr girt axivî û got ku ji ber jêbaweriya wan a ku hember wan nîşan dan spasiya hemû ajansan dikin.
Aslanov da zanîn ji bo ku OANa bêtir pêş bikeve dê hewl bidin û malperê aktîf bikin û wiha axivî: "Di heyama serokatiya me de em ê ji bo hemû ajansan gelekî baldarî nîşan bidin. Em ê hewl bidin ku têkiliyên hevkariyê yên bifeyde yên dualî bên avakirin, parvekirina tecrubeyan a di navbera ajansan de bê pêşxistin."
AZERTACê duh jî serokatiya Kongreya Ajansên Nûçeyan ên Dinyayê dewr sitandibû.