Ahmet Aydın
11 Adar 2019•Rojanekirin: 13 Adar 2019
Sibê bi merasîmeke fermî Ajansa Anadolu (AA) Ofîsa xwe ya li Îslamabadê vedike.
Wezîrê Enformasyon û Weşangeriyê yê Pakistanê Fewad Çaudrî, Balyozê Tirkiyeyê yê li Îslamabadê Mustafa Yurdakul, Cîgirê Rêveberê Giştî yê AAyê û Gerînendeyê Weşana Giştî Metîn Mutanoglu, Cîgirê Rêveberê Giştî yê AAyê Mustafa Ozkaya digel hinek rayedarên ast bilind ên AAyê dê beşdarî merasîmê bibin.
Merasîma ku nûnerên medyayê yên li Îslamabadê bo wê hatine vexwendin dê sibe bi dema herêmî seat 18.00an li Ofîsa AAyê ya li ISE Towerê bê lidarxistin.
Li Keraçiyê dê "Hevdîtina Medyayê" bê lidarxistin
Di çarçoveya vekirina Ofîsa AAyê ya li Pakistanê de piştî merasîma li Îslamabadê li Keraçiya ku mezintirîn bajarê wî welatî ye dê 14ê adarê digel rêveberên saziyên medyayê yên li Pakistanê "Hevdîtina Medyayê" bê lidarxistin.
Di "Hevdîtina Medyayê" de dê behsa xebatên AAyê û xizmetên wê yên derbarê medyayê de ji beşdaran re were kirin.
Tê çaverêkirin ku ji televizyon, rojname û malperên nûçeyan yên medyaya wî welatî, zêdetir ji 100 gerînendeyên weşanê, rêveberê nûçeyan û edîtor beşdarî bernameyê bibin.