ji saziyê

Aysîmaya ketibû elba şîrê keliyayî 15 roj şûnda çavên xwe vekir

İlhami Erkılıç  | 14.01.2022 - Rojanekırın : 16.01.2022
Aysîmaya ketibû elba şîrê keliyayî 15 roj şûnda çavên xwe vekir

Erzurum

 Li Qersê Aysîma Ogutluya 2 salî dema li malê bi xuşk û birayên xwe ra dilîst ketibû elba şîrê keliyayî hin ciyên wê simitîbûn, li ser vê rakiribûn Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê. Aysîmayê piştî dermankirina li beşa nexweşiyên giran a 15 rojan li ber xwe da çavên xwe vekir.

Aysîmaya 2 salî ya qîza Nurhan û Fatîh Ogutlu ya li Îlkaya gundê Sariqamîşê dijî ji vir 15 roj berê dema li malê bi xuşk û birayên xwe ra dilîst ketibû elba şîrê keliyayî.

Qismeke mezin a bedena wê simitî û birînên wê kûr bûn, li ser vê malbatê Aysîma gihandin nexweşxaneya dewletê ya Xoresanê.

- Firokeya ambulans ji bo Aysîmayê firî

Piştî midaxeleya li vê derê firokeya ji bo Aysîmaya piçûk ji Erziromê rabû keçika piçûk hilda û anî Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê.

Piştî midaxeleya doxtoran Aysîma razandin beşa nexweşiyên giran û 15 rojan derman kirin. Piştî 15 rojan fonksiyonên jiyanê yên Aysimayê hatin asta normal.

Ogutluyê bi rojan şûnda çavên xwe vekir û doxtoran derbasî serwêsa Navenda Dermankirina Şewatê kirin.

Nuran Ogutluya dayik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo qîza wê çavên xwe vekir gelekî kêfxweş bû û wiha pê da çû:

"Ez her roj giriyam û li bendê sekinîm ku qîza min ji beşa nexweşiyê giran derkeve. Bira dê û bav baldar bibin, dilê me şewitî bira dilê wan neşewite. Di pêvajoya beşa nexweşiyên giran da em gelekî li ber xwe ketin. Dema qîza min hilda serwêsa normal ez gelekî şa bûm. Şikur ji Xwedê ra qîza min xilas bû."

Ogutluyê got îmkanên beşa li Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê baş in û ji doxtor û personelan ra sipas kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın