Herêma Kurdistanê

Li navenda danûstandinê ya herî mezin a Iraqê şewat derket

Li Hewlêrê di depoyên Family Malla navenda danûstandinê ya herî mezin a Iraqê ye da şewat derket

Haydar Şahin  | 29.08.2019 - Rojanekırın : 31.08.2019
Li navenda danûstandinê ya herî mezin a Iraqê şewat derket

Arbil

Li Hewlêrê di depoyên Family Malla navenda danûstandinê ya herî mezin a Iraqê da şewat derket.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, ber destê sibê di depoyên navenda danûstandinê ya ku saziyên Tirkiyeyê jî lê hene da ji ber sedemeke hê nayê zanîn şewat derket û di demeke kin da mezin bû.

Ekîbên agirkujiyê hewl dan ku şewatê hildin bin kontrolê û di şewatê da 8 depo bûn xwelî.

Tê gotin ku di şewatê da tu kes nemir.

Li Family Mallê mixazeyên gelek saziyên Tirkiyeyê hene û navend wekî navenda danûstandinê ya herî mezin a Iraqê tê zanîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın