Herêma Kurdistanê

Ji Herêma Kurdistana Iraqê daxuyaniya ji bona rageşiya li Uzungolê

Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand piştî rageşiya li Trabzonê ji ber vekirina alaya Herêma Kurdistana Iraqê derket ji bona welatiyên Iraqê yên hatin binçavkirin bên berdan bi meqamên Tirkiyeyê ra ketin pêwendiyê.

19.07.2019 - Rojanekırın : 21.07.2019
Ji Herêma Kurdistana Iraqê daxuyaniya ji bona rageşiya li Uzungolê

Istanbul

Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ragihand piştî rageşiya li Trabzonê ji ber vekirina alaya Herêma Kurdistana Iraqê derket ji bona welatiyên Iraqê yên hatin binçavkirin bên berdan bi meqamên Tirkiyeyê ra ketine têkilî û pêwendiyê.

Cotyar Adilê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir komeke welatiyên Herêma Kurdistana Iraqê ji bona gereke turîstîk diçin Trabzonê û dema dixwazin bi alaya HKIyê wêne bikişînin rastî "êrîş û acizkirinê tên" û peyra tên binçavkirin.

Adil destnîşan kir Mesrûr Barzaniyê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ji ber bûyerê xemgîn bûye û got ku ji bona welatiyên hatine binçavkirin demildest bên berdan bi meqamên Tirkiyeyê ra ketine têkilî û pêwendiyê.

Cotyar Adil diyar kir alaya Herêma Kurdistana Iraqê li Iraqê alayeke qanûnî ye û wiha got: "Ev ala berê jî dema lijneyên Herêma Kurdistana Iraqê çûn serdana Tirkiyeyê hat emilandin û li balafirgeh û salonan hat daliqandin."

Der barê bûyerê da duh Walîtiya Trabzonê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kiribû komeke turîstan ya ji 50 kesan pêk tê ji Iraqê hatine Taxa Uzungolê ya li navçeya Çaykarayê û wiha hat gotin: "Li Taxa Uzungolê ya navçeya Çaykarayê di saet 11.00an da komeke Iraqî ya ji 50 kesan pêk tê ji Bakurê Iraqê ji bona gerê hatin herêma me. Ji komê 9 kes wexta bi şalgerdena ku li serê 'Kurdistan' dinivîsîne wêne dikişînin û xelkê herêmê bertek nîşanî wan didin û rageşî derdikeve. Hêzên ewlehiyê midaxeleyî bûyerê kirin û welatiyên me haş kirin. Ji ber bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Çaykarayê der barê 9 welatiyên Iraqê da kar û barên binçavkirinê sepand û tehqîqata edlî daye destpêkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.