Muzaffer Akyüz
25 Hezîran 2026•Rojanekirin: 25 Hezîran 2026
Li Hafîka navçeya Sêwasê dîmenên 3 çalên li kêleka hev û gola karstîk ya di binê yek ji wan çalan da hatin kişandin.
Gola Sarigolê ya ku 5 kîlomêtro li bakurê rojavayê navenda navçeyê ye, li hundirê çaleke ku li ser girekî 1420 bilindahiya wê heye çêbûye.
Gola ku bi siruştî çêbûye, bi rengê xwe yê şîn û kesk va balê dikşîne.
Binê golê heta 1350 mêtroyan dadikeve li jêr û mezinahiya golê ya li qisma binî jî li gor demsalê diguhere.
Çalên Yikilgan û Susuzê yên di heman rêzê da ne jî bi heman awayî çêbûne, lê di hundirê wan da av tune.
Mustafa Akyuzê ku havînê hatiye memleketê xwe daxuyand ev çalên li taxa Çukurlarê, bi bedewiyên xwe yên siruştî va balê dikşînin.
Akyuz kesên ku ji siruştê hez dikin vexwend herêmê û wiha axivî: "Yek wek Susuz, yek wek Yikilgan û yek jî wek Sarigol hatiye binavkirin. Li dora golê jî gelek cihên balkêş hene."