Nihat Kavşut
04 Adar 2020•Rojanekirin: 04 Adar 2020
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der barê hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn da wiha got: "Armanca me çareserî, rêbazên aştiyane û çareseriya siyasî ye."
Akar beriya Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê li Meclisê pirsên rojnamevanan bersivand.
Wezîrê Parastina Neteweyî Akar li ser pirsa der barê hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn da ku wê sibê bê kirin wiha got: "Armanca me çareserî, rêbazên aştiyane û çareseriya siyasî ye."
Akar der barê Herekata Mertalê Biharê ya tê meşandin da destnîşan kir xebatên wan wekî hatine plankirin didomin û got ku esker wezîfeya xwe mîna qehremanan bi cî tînin.