YPG/PKKyê bi hewanan va êrîşî Cerablusê kir: 3 birîndar
YPG/PKKya rêxistina terorê ji Kobaniyê guleyên hewanê avêtin Cerablusê û 3 zarok birîndar bûn
Ankara
YPG/PKKya rêxistina terorê li herêma Herekata Mertalê Feratê bi hewanan va êrîş Cerablusê kir, 3 zarok birîndar bûn.
YPG/PKKyê ji Kobaniyê ya li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê bi hewanan êrîşî sivîlên Cerablusê kir.
Guleyên hewanê yên ku di saet 01.30an da ji Kobaniyê hatin avêtin li Cerablusê kampeke ku sivîl tê da bûn ket.
Di êrîşê da 3 zarok birîndar bûn.
Zarokên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
YPG/PKK li herêma Herekata Mertalê Feratê berê jî êrîşî cihên sivîlan kiribû, bûbû sedema mirî û birîndaran.