Herekata Kaniya Aştiyê, Pesenda Nûçeyê

Televizyona DYAyê ji ber dîmenên sexte yê bordûmanê "poşman" e

Qenala ABCê ya DYAyê dîmenên danasîna çek weke "bordûmana di herekatê de" hatibe girtin, nîşan dabû û ji bo vê daxuyanî da çapemeniya welêt û destnîşan kir ku "ji ber wê şaşiyê poşman in"

Ahmet Aydın  | 15.10.2019 - Rojanekırın : 15.10.2019
Televizyona DYAyê ji ber dîmenên sexte yê bordûmanê "poşman" e

Ankara

Di hewlên dezenformasyonê yên dijî Herekata Kaniya Aşitiyê ya ku Tirkiyeyê bi mebesta tunekirina korîdora terorê yaku dixwazin li ser sînorên başûrê çêbikin, herwiha ji bo anîna aşitî û aramiyê ji bo herêmê dest pê kiriye, berdewam in.

Qenala ABCê ya DYAyê dîmenên danasîna çek weke "bordûmana di herekatê de" hatibe girtin, nîşan dabû û ji bo vê daxuyanî da çapemeniya welêt.

Berdevkê qenalê bi rêya postaya elektronîk daxuyanî da malpera nûçeyan a Gizmodoyê û tê de destnîşan kir ku dîmenên ku goya li ser sînorê Sûriyeyê weşandine "ji ber ku di rastîbûna wan de guman derketiye ji weşanê rakirine" û destnîşan kir ku "ji ber wê şaşiyê poşman in".

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın