Qomandoyên li Tel Ebyadê ji werzişvanên neteweyî ra selam şand
Eskerên di Herekata Kaniya Aştiyê da wezîfedar ji werzişvanên neteweyî ra ji selam şandin û spas kirin
Ankara
Eskerên di Herekata Kaniya Aştiyê da wezîfedar ji werzişvanên neteweyî yên ku bi silava eskeran va piştgirî dan û Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Ayê ra ji Tel Ebyadê silav şandin û spas kirin.
Wezareta Parastina Neteweyî li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand û spasiya kesên piştgiriyê didin eskeran kir.
Di peyamê da hat gotin "Peyama qomandoyên me yên qehreman ji Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Ayê û werzişvanên şampiyon ra heye" û vîdeoya Eskerên li Tel Ebyadê hat weşandin.
Peyama Eskeran a ku di vîdeoyê da dibêjin "Me selamên Tîma me ya Neteweyî û werzişvanên me yên neteweyî yên şampiyon hilda. Em ji bo welat û miletê xwe li ser wezîfeya xwe ne. Em ji we û miletê me ra ji Tel Ebyadê selamê dişînin. Qomando." bi etîketa "selamê ji Mehmetcîkan ra bişîne" hat parvekirin.