Herekata Kaniya Aştiyê

"PKK hem zirarê dide gelê Tirk û hem jî dide gelê Kurd"

Sara Tora nivîskara The Timesa rojnameya Îngîlîz: "PKK hem zirarê dide gelê Tirk û hem jî dide gelê Kurd. Min ev dît. Bi şerekê mezin ev mijar nayê çareserkirin lê li bakurê Sûriyeyê biteqez 'herêmeke bi ewle' divê were avakirin"

22.10.2019 - Rojanekırın : 23.10.2019
"PKK hem zirarê dide gelê Tirk û hem jî dide gelê Kurd"

London

 Sara Tora nivîskara The Timesa rojnameya Îngîltereyê li ser xeber û bertekên dijî Herekata Kaniya Aştiyê da tên kirin îsyan kir.

Tora rojnamevan li The Timesê îro bi sernavê "Ez çima li ser operasyona Tirkiyeyê ya dijî Sûriyeyê êdî bêdeng namînim?" meqaleyek nivîsand.

Nivîskara jin di meqaleya xwe da got ku ji ber vê nivîsiyê dibe ku ew hedef were nîşan dan û wiha axivî: "Li Îngîltereyê niha gelek fikirên ecêb tên axaftin û hin kes sînorên xwe derbas dibin. Di vê mijarê da êz êdî nikarim bêdeng bimînim. YPG perçeyekî PKKya rêxistina terorê ye. Ev tevger li bakurê Sûriyeyê ji bo axê û avakirina Kurdistanekê şer dike. Ez Kurdan fêm dikim, lê divê ji bo mafên xwe metodên terorê bikarneynîn."

- "PKK rêxistina terorê ye"

Tora nivîskar di meqaleya xwe da got ku PKK rêxistineke terorê ye û ev qasî 40 sale dijî Tirkiyeyê çalakiyên terorê li dar dixe û wiha dewam kir:

"PKK/YPG/SDG li Sûriyeyê bi rêya terorê dixwaz ji Tirkiyeyê perçeyekê axê hildin. Ya ku ez dibînim PKK hem zirarê dide gelê Tirk û hem jî dide gelê Kurd. Bi şerekê mezin ev mijar nayê çareserkirin lê li bakurê Sûriyeyê biteqez 'herêmeke bi ewle' divê were avakirin."

Tora nivîskar di meqaleya xwe da got ku dewletên din beriya şîrovekirinê mijarê divê ewil armanca tevgerên li herêmê yên dîrokî û siyasî bizanin û wiha axivî: "Welatên rojavayî şervanên Kurd kesên wekî 'rizgarkerên bêzirar' dinîrxînin. Tirk jî wan 'kesên devbixwîn' dibînîn. Ev jî rêyeke hêsan e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın