Li Minbîcê gel hebûna rejima Esed û YPG/PKKyê protesto kir
Li Minbîcê gel hebûna hêzên rejima Esed û terorîstên YPG/PKKyî ya li navçeyê protesto kir
Menbec
Li Minbîcê gel ji bo ku hêzên rejima Esed û terorîstên YPG/PKKyî ji navçeyê derkevin û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê navçeyê kontrol bike, protestoya kepenggirtinê kir.
Navçe demeke di destê terorîstên YPG/PKKyiyan da bû û paşê jî hêzên rejima Beşar Esed ketin Minbîcê.
Ji bo ku vê rewşê protesto bikin esnafan kepengê kargehên xwe girt û kargehên xwe venekir.
Gel dixwaze hêzên rejima Esed û terorîstên YPG/PKKyî ji navçeyê derkevin û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê navçeyê kontrol bike, lê terorîst wan tespît dikin.
Esnaf ji ber tirsê mecbur ma ku kargehên xwe veke.
Meclisa Eşîr û Qebîleyên Sûriyeyê duh li Minbîcê civînek kiribû û gotibû ew dixwazin navçe bikeve destê eskerên muxalif.
Minbîc di Tebaxa 2016an da bi piştgiriya Amerîkayê ketibû destê YPG/PKKyê. Tirkiye û Amerîkayê par li hev kiribûn ku terorîst terka navçeyê bikin, lê ew venekişiyabûn.