Li herêma Herekata Kaniya Aştiyê pevçûnên bi YPG/PKKyê ra dewam dikin
Eskerên ANSyê yên hewl didin êrîşên li rojhilatê Resûleynê bidin sekinandin û terorîstan li hêlînên wan berteref bikin
Rasulayn
Eskerên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) bi terorîstên li xetên eniyên Herekata Kaniya Aştiyê ra dikevin pevçûnan.
Eskerên ANSyê yên piştgiriyê didin herekata Kaniya Aştiyê ya Artêşa Tikriyeyê dike bi taybetî li rojhilatê Resûleynê li dijî êrîşên terorê têkoşîna çalak didin.
Terorîstên YPG/PKKyî yên dibê li gor mitebeqatên Tirkiyeyê bi Amerîka û Rûsyayê ra çêkirin ji bakurê Sûriyeyê vekişyana lê ciyê xwe terk nakin êrîşî xetên eniyê dikin.
Eskerên ANSyê yên hewl didin êrîşên li rojhilatê Resûleynê bidin sekinandin û terorîstan li hêlînên wan berteref bikin bi terorîstan ra dikevin pevçûnên giran.
ANS li der û dorê Til Ebyada ji YPG/PKKyê hat xilaskirin xebatên lêgerîn û teqîbatê didomîne.
Di pevçûnên 24 saetên dawîn da 4 eskerên ANSyê bûn şehîd.
Di herekara di 9ê cotmehê da dest pê kir da 202 eskerên ANSyê şehîd bûn û ji 650yî zêdetir esker jî birîndar bûn.