Li herêma Herekata Kaniya Aştiyê ji bo çêtirkirina pêşeroja zarokên mexdûrên şer û pevçûnê hewl tê dayîn
Li navçeyên Til Ebyed û Resuleynê ku di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê da ji YPG/PKKya rêxistina hatibûn rizgarkirin bi piştevaniya Walîtiya Şanliurfayê perwerdehiya 19 hezar û 470 xwendekarî, ji nû va tê dayîn.

Ankara
Li navçeyên Til Ebyed û Resuleynê ku di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê da ji YPG/PKKya rêxistina hatibûn rizgarkirin bi piştevaniya Walîtiya Şanliurfayê perwerdehiya 19 hezar û 470 xwendekarî, ji nû va tê dayîn.
Nûçegihanên AAyê bi munasebeta 24ê Rêbendanê Roja Perwerdehiya Navneteweyî va geşedanên di qada perwerdehiyê yên li herêma herekata Kaniya Aştiyê da pêk hatin, berhev kirin.
Navçeyên Til Ebyed û Resuleynê yên li bakurê Sûriyeyê di Cotmeha 2019an da piştî 4 sal û nîvan ji bin dagirkeriya YPG/PKKê hatibû rizgarkirin.
Li navçeyan ji bo di qada perwerdehiyê da asayîbûn bi cih bibe di gelek qadan da hewl tê dayîn û ew kar û xebat dewam jî dikin.
Bi dehan dibistanên li navçeyên Til Ebyed û Resuleynê ku rêxistina terorê zirar dabûyê ji hêla Walîtiya Şanliurfayê va hatin restorekirin û bo perwerdekirina zarokan hatin amadekirin.
Navenda Koordînasyon û Piştgiriya Sûriyeyê ya Walîtiya Şanliurfayê (SUDKOM) pirtûkên dersê û amûrên qirtasiyeyê li bi hezaran xwendekarî belav kir.
Niha li 180 dibistanên Til Ebyed û Resuleynê ne 963 mamoste ji bo siberoja 19 hezar û 470 xwendekarî dixebitin.
Li dibistanan dersên telafiyê tên dayîn û ji aliyekî va jî ji bo çêtirkirina perwerdehiyê hewl tê dayîn.
- Berpirsê Perwerdehiyê yê Til Ebyedê Semîr Hemûd daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Em pirtûkên dersê li xwendekaran belav dikin û didin kesên pirtûkên wan tunene. Di rojên pêş me da wê pirtûkên hemû xwendekaran bigihîjin ber destên wan."
Nûredîn Mihemedê ji mamosteyên Dibistana Seretayî ya Zeynep bint-Hiseynê got ku ji bo zarok vegerin dibistanên xwe wan gelek hewl da û wiha pê da çû: "Ji pola yekî bigir heta pola şeşan xwendekarên me hene. Zarok ji bo bên dibistanê hewl didin. Zarokên Til Ebyedê û zarokên koçî herêmê kirine bi hev ra dikevin dersê. Em ji bo helkirina pêwîstiyên zarokan hewl didin."
- "Em ji dersan paşve bimînin jî mamosteyên me telafî dikin"
Ji xwendekarên dibistana navîn a Yasîn Seyîdê 15 salî got ku wan pirtûkên xwe hildan û wiha domand: "Şikir mamosteyên hemû dersan hene. Bi îzna Xwedê em ê dîplomeyên xwe hildin."
Ji zarokan Îbrahîm Sadiyê 13 salî jî got: "Em ji dersan paşve bimînin jî mamosteyên me telafî dikin."
- "Ez ê bibim doxtor"
Ji zarokan Mistefa Xelefê 13 salî jî diyar kir ku ew herî zêde ji dersa jiyannasî, bîrkarî, Erebî hez dike û wiha pê da çû: "Ez li hemû dersan guhdar dikim. Dixwazim bila karne bidin me jî û ez ê di pêşerojê da bibim doxtor.
Zehra Dervîş a 12 salî ya ji Til Ebyadê jî got ku xeyala wê ewe bixwîne û bibe doxtor.
Mutesim Mihemedê ku diçe pola 2yemîn û Omer Hiseynê nû dest bi dibistanê kiriye jî dibêjin ku armanca wan ewe bibin doxtor û ji bo vê armancê dixwînin.
Rêxistina terorê li dibistanên dagir kiriye nêrînên milîtarîst ên aîdiyeta nijadperestiyê der dixe pêş û nêrînên li dijî Îslamê ne dike heş û mêjiyên zarokan. Malbatên dixwazin zarokên xwe ji propagandaya rêxistina terorê biparêzin jî berê xwe dane dibistanên taybet lê rêxistin car caran digire ser wan û gefên dibistan girtinê li wan dike û yan jî qefle diavêje ser derên wan.
Di dema Herekata Kaniya Aştiyê da derketibû holê ku gelek dibistanên li Til Ebyed û Resuleynê ne ji hêla rêxistina terorê va qaşo wek baregeh hatine bikaranîn û gelek tunel hatibûn tespîtkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.