Li Baregehê heta şefeqê xebatan dewam kir
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û heyeta bi wî ra heta şefeqê li Navenda Herekat û Komutayê ya Hêzên Çekdar man û Herekata Kaniya Aştiyê ji navendê bi rê va birin
Ankara
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û heyeta bi wî ra heta şefeqê li Navenda Herekat û Komutayê ya Hêzên Çekdar man û Herekata Kaniya Aştiyê ji navendê bi rê va birin.
Herekata Kaniya Aştiyê duh li rojhilatê Feratê ji hêla Artêşa Tirkiyeyê va dijî hedefên terorîstan hat destpêkirin.
Artêşa Tirkiyeyê wek herekatên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê di Herekata Kaniya Aştiyê da jî sitargeh, mewzî, çek, wesayît û hawîngehên terorîstan hedef digre. Ji bo sivîl, berhemên dîrokî, dînî û çandî, tesîsên binesaziyê û hêzên welatên mutefîq zirarê nebînin hesasiyet tê nîşandan.
Ji saet 22.00an pê va di Herekata Kaniya Aştiyê da herekata bejayî dest pê kir.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar Herekata Kaniya Aştiyê bi dîmenan va kelî bi kelî şopand. Akar bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar ra telîmat dan eskeran.
Akar û fermandar li Navenda Herekat û Komutayê ya Hêzên Çekdar heta şefeqê xebitîn.