Herekata Kaniya Aştiyê

"Ji Herêma Ewle derketina terorîstan ji nêz va tê şopandin"

Wezareta Parastina Neteweyî: "Artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya mutebaqata di navbera Tirkiye û Amerîkayê da di nav 120 saetî da ji herêma ewle derketina terorîstan ji nêz va dişopîne"

20.10.2019 - Rojanekırın : 22.10.2019
"Ji Herêma Ewle derketina terorîstan ji nêz va tê şopandin"

Ankara

 Wezareta Parastina Neteweyî da zanîn ku di çarçoveya mutebaqata di navbera Tirkiye û Amerîkayê da di nav 120 saetî da ji herêma ewle derketina PKK/YPGya rêxistina terorê ji nêz va tê şopandin.

Di daxuyaniya wezaretê da agahiya "Artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya mutebaqata di navbera Tirkiye û Amerîkayê da di nav 120 saetî da ji herêma ewle derketina terorîstan ji nêz va dişopîne." hat dayîn.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Di vê çarçoveyê da digel ku tu astengkirin nayê kirin agahiyên rêyên ku dê bi emniyet bên bikaranîn bi bêkêmasî ragihandin rayedarên eskerî yên Amerîkayî. Di ser da jî îro konvoyeke ku ji 39 wesayîtan pêk tê û piranî ji ambûlansan pêk tê di nav ewlehiyê da ketiye Resuleynê û jê derketiye, birîndar û hin kes di nav ewlehiyê da ji herêmê hatine texliyekirin. Bi rayedarên eskerî yên Amerîkayî ra kordînasyona der barê mijarê da ji nêz va didome."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.