Herekata Kaniya Aştiyê, Pesenda Nûçeyê

Ji bo reşkirina harekatê manîpulasyona bi wêneyê "zarokên di bin tesîra şer da mane"

Alîgirên YPG/PKKya rêxistina terorê ji bona Herekata Kaniya Aştiyê reş bikin li ser medyaya civakî wêneyên zarokên di bin tesîra şer da mane mîna "di dema herekatê da hatine kişandin" nîşan didin.

19.10.2019 - Rojanekırın : 20.10.2019
Ji bo reşkirina harekatê manîpulasyona bi wêneyê "zarokên di bin tesîra şer da mane"

Ankara

Alîgirên YPG/PKKya rêxistina terorê ji bona Herekata Kaniya Aştiyê reş bikin li ser medyaya civakî wêneyên zarokên di bin tesîra şer da mane mîna "di dema herekatê da hatine kişandin" nîşan didin.

Li ser medyaya civakî alîgirên YPG/PKKyê wêneyên zarokên di bin tesîra şer da mane ku di demên cuda û li herêmên cuda hatine kişandin mîna "di dema herekatê da hatine kişandin" nîşan didin û dixwazin Herekata Kaniya Aştiyê reş bikin.

Hesabên alîgirên YPG/PKKyê wêneyekî ku tê da zarokek piştî bombebaranê li destên xwe yên birîndar bûne mêze dike û digirî bi derewa di herekatê da "çekên kîmyewî hatine emilandin" li ser medyaya civakî belav kirin, lê derket ku ev wêne di Cotmeha 2012an da hatiye kişandin ku rejima Beşar Esed bajarê Helebê bombebaran dikir.

Alîgirên YPG/PKKyê li ser hesabên xwe wêneyê ku dayikek zaroka xwe daye pêşa xwe parve kirin, lê ev wêne jî di sala 2015an da li dereke din hatiye weşandin.

Ji bona reşkirina herekatê wêneyê zarokekî kurîn ku di nav taxeke kavil da bisqilêta xwe dibe parve kirin û derket holê ku ev dîmen di Rêbendana 2018an da li herêma Xutaya Rojhilat hatiye kişandin ku rejima Esed bombe kiribû.

Alîgirên YPG/PKKyê wêneyê zarokê ji şerê Sûriyeyê revîne û di baholekî da radizê û di Adara 2018an da hatiye kişandin parve kirin û mîna di herekatê da qewimiye nîşan dan.

Hesabên alîgirên YPG/PKKyê wêneyê zarokekî ku digirî nîşan dan û parve kirin, lê ev dîmen di 2014an da di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê da hatiye kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.