Tirkiye, Herekata Kaniya Aştiyê

Ji ber weşana "Herekata Kaniya Aştiyê" 11

Li Îzmirê 11 şikbarên li ser medyaya civakî der barê Herekata Kaniya Aştiyê da propagandaya terorê kirin hatin binçavkirin

11.10.2019 - Rojanekırın : 11.10.2019
Ji ber weşana "Herekata Kaniya Aştiyê" 11

Izmir

Li Îzmirê 11 şikbarên li ser medyaya civakî der barê Herekata Kaniya Aştiyê da propagandaya terorê kirin hatin binçavkirin.

Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Îzmirê li dijî kesên hewl didin Herekata Kaniya Aştiyê rûreş nîşan bidin, propagandaya rêxistina terorê dikin û li gor telîmatên rêxistinê bangî gel dikin ku li dijî hêzên ewlekariyê çalakiyê li dar bixin xebat meşandin.

Ekîban operasyon birin ser 18 navnîşanên li Alîaxa, Dîkîlî, Menemenê û navenda Îzmirê, 11 kes binçav kirin.

Di lêgerîna li navnîşanên şikbaran da amûr û materyalên ji bo propagandaya rêxistinê tên bikaranîn hatin girtin.

Jêpirsîna şikbaran ya li Midûriyeta Ewlekariyê dewam dike.

Wekî mayîn ji bo derdestkirina şikbarên din xebat dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın