Dinya, Herekata Kaniya Aştiyê

Herekata Kaniya Aştiyê bi hezaran sivîlên ku ji cî û warên wan hatin kirin, gîhand malên wan

Mehmûd Xelef Ebû Uqbayê Til Ebyadî: "Ez 5 salan li Ezazê mam. Bi saya herekata ku Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê bi piştgiriya Tirkiyeyê da destpêkirin jî em gihîştin axa xwe. Ji ber ku em li mala xwe neî em kêfxweş in."

13.10.2020 - Rojanekırın : 17.10.2020
Herekata Kaniya Aştiyê bi hezaran sivîlên ku ji cî û warên wan hatin kirin, gîhand malên wan

Tel Abyad

Bi Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiyeyê kir va navçeya Til Ebyadê ji terorê hat xelaskirin û piştî hizûr li navçeyê çêbû, vegera malbatên ku rêxistinên terorê ew ji cî û warên wan kiribûn, dewam dike.

Li Sûriyeyê, li herêmên rojhilatê Feratê, bi hezaran malbatên ku ji ber zext û zilma YPG/PKKya rêxistina terorê û DEAŞê revîbûn û xwe spartibûn Tirkiye û herêmên bakurê Sûriyeyê ku di kontrola mixalifan da ye.

Navenda navçeya Til Ebyadê di 13ê cotmeha 2019an da di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê ji terorê hat xelaskirin û ji wê demê şûnda malbatên ku ji cî û warên xwe bûbûn, dest bi vegera cî û warên xwe kirin.

Piştî ku li herêmê îstiqrar û hizûr tesîs bû, ji bo pêşketinê xebatan dewam kir û bi piştgiriya Tirkiyeyê di hin qadan da birîn hatin pêçan jî ber bi herêma Hereketa Kaniya Aştiyê va vegera sivîlên ku mecbûr mabûn û koç kiribûn, zêdetir bû.

Nûçegihanên AAyê di salvegera sala yekem a ji terorê xelaskirina navenda navçeya Til Ebyadê da bi sivîlên ku vegeriyan malên xwe ra axivîn.

Ji sivîlên ku vegeriyan mala xwe Mehmûd Xelef Ebû Uqba diyar kir, ew di 2014an da ji DEAŞa rêxsitina terorê revîn û wan xwe spart navçeya Ezazê ku di kontrola mixalifên eskerî da bû.

Ebû Uqbayê Til Ebyadî wiha got, "Ez 5 salan li Ezazê mam. Bi saya herekata ku Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê bi piştgiriya Tirkiyeyê da destpêkirin jî em gihîştin axa xwe. Ji ber ku em li mala xwe neî em kêfxweş in."

Ebû Uqba daxuyand ku li navçeyê pirsgirêka av û ceyranê hat çareserkirin û li herêmê rewş baştir e.

- "Bi saya herekatê navçeya me hat xilaskirin"

Sivîlê Til Ebyadî Ehmed Hafyan jî diyar kir ku gava rêxistina terorê YPG/PKKyê di 2015an da navçe dagir kir, wî koçî navçeya Cerablusê ya li ser sînorê Tirkiyeyê kir.

Hafyanê bavê 5 zarokan diyar kir, ji ber ku ew vegeriya navçeya xwe, ew kêfxweş e û wiha dewam kir, "Bi saya herekatê navçeya me hat xilaskirin. Bi piştgiriya Tirkiyeyê em dîsa vegeriyan ser warê xwe. Xwedê ji wan razî be."

Hafyan diyar kir, ji ber ku birayên wî bi awayekî xwebexş tevlî refên ANSyê bûn û piştgirî dan herekatê, YPG/PKKyê mexsûs mala wan a li navçeyê hilweşand û wiha dewam kir, "Gava min dît mala min hilweşiyaye, ez kerban bûm felc. Ji ber hindê, ez bi zehmetî xeberdidim. Niha ez li mala birayê xwe dimînim. Ji bo çêkirina mala xwe ez ji Tirkiyeyê û xêrxwazan alîkariyê dixwazim."

Îsmalê kurê Hafyan ê 12 salî jî diyar kir ku ev 6 sal e wî, zarokên kurapê xwe yên ji ber rêxistina terorê koçî Ewropayê kirin, nedîtine.

Îsmaîl wiha xeberda, "Înşelah ew ê jî dîsa vegerin û em ê bi hev ra bileyîzin. Mala me hilweşiya. Ji bo çêkirina wê em li benda alîkariyê ne."

- "Vegerên bo herêmê didomin"

Serokê Meclisa Xwecihî ya Til Ebyadê Waîl Hemdo diyar kir ku li navçeyê ceyran, av û nan heye û her wiha bi saya hêzên ewlekariyê asayîş jî di cih da ye.

Hemdo wiha dewam kir, "Piştî Herekata Kaniya Aştiyê vegerên bo herêmê yên xwebexş û ewle didomin. Heta niha 5 hezar sivîl vegeriyan. Gava xizmet zêde bibe, ev hejmar jî dê zêde bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.