04 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2019
Dagiriya YPG/PKKya rêxistina terorê cotkariya ji bo gelê Til Ebyadê çavkaniya debarê ye anî asta sekinandinê.
Li Til Ebyada meha borî bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorê hat paqijkirin gel ji bo birînên xwe bipêçe hewl dide.
Li Til Ebyada li hemberî Eqçeqeleya navçeya Şanliurfayê gel bi cotkariya garis, pembû û genim debara xwe dike. Lêbelê di dema dagiriya YPG/PKKyê ya 4,5 salan dewam kir û şerê navxweyî yê 9 salan dewam kir da xebatên cotkariyê hatin asta sekinandinê.
Mihemed Ebdilhadiyê ji Sukkeriyeya gundê navçeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Rêxistina terorê dema li vê derê bû ji cotkaran bac distand. Me nikaribû li gor dilê xwe zeviyên xwe biajotina. Gubre tunebû. Tov tunebû. Em li bendê ne ku Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê alîkariya mazot, tov û hewcedariyên din bide me."
Elî Hemmamê cotkar jî wiha axivî: "(Ji ber dagiriyaYPG/PKKyê) 4 sal bû me nikaribû zeviyên xwe biajota. Tu dibê em mirin. Zeviya min li wê derê ye. Lêbelê nikarim biajom."
Hemmam got ji bo ajotina zeviyan li benda alîkariyê ne.
Cuma Aneyzan jî destnîşan kir ku bihayê gubreyê zêde ye û wiha pê da çû: "Lîtreya mazotê zehf giranbiha ye. Em ji rizqê xwe dibirin mazotê dikirin. Kêmzêde 2 milyon lireyê Sûriyeyê (16 hezar lireyê Tirkiyeyê) mesrefa min çêdibe. Lêbelê bifroşim nikarim 500 hezar lireyî Sûriyeyê (4 hezar lireyê Tirkiyeyê) qezenc bikim."
Aneyzan got, "Cotkar xilas bûn. Ji heyatê bêzar bûn."