Nihat Kavşut
04 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2019
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Çatakli destnîşan kir di meha Mijdarê da li çiya 8 hezar û 409 û li bajaran jî hezar û 480 operasyon hatin kirin û wiha got: "Di meha Mijdarê da 2 jê di kategoriya sor da, 3 jê di kategoriya tirûncî da û 3 jê di kategoriya gewr da 131 terorîst hatin berterefkirin."
Çatakli diyar kir di operasyonên Qiranê da 124 terorîst hatin berterefkirin, 19 hevkarên rêxistinê hatin qefaltin û 281 şikeft/sitargeh hatin îmhekirin.
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Çatakli destnîşan kir 369 hezar û 690 Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe.
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Çatakli diyar kir ji 11ê Mijdarê heta niha 59 şervanên terorîst yên biyanî hatine dersînorkirin.