Pirtûka "Herekata Kaniya Aştiyê" ya AAyê li Fûara TUYAPê gihîşt ber destê xwendevanan

Ankara
Ajansa Anadoluyê (AA) "Herekata Kaniya Aştiyê" ya ku Tirkiyeyê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê dijî YPG/PKKya rêxistina terorê birêva bir wek pirtûk weşand.
Herekata Kaniya Aştiyê ya ku di têkoşîna dijî terorê da Tirkiye ev 35 sal in birêva dibe da bû xwedî cihekî girîng ji nav weşanên AAyê bi navê "Di Têkoşîna Dijî Terorê ya Tirkiyeyê da Hereketa Kaniya Aştiyê" va wek pirtûk hat weşandin û cara ewil jî li Fuara TUYAPê gihîşt ber destê xwendevanan.
Pirtûka bi grafîkan va têr û tijî ye ji hêla kesên di qada xwe da pispor in va hat amadekirin û tê da qala destpêka PKKyê, sazîbûn û çalakiyên wê, ewlehiya sînor ê Tirkiyeyê, yekîtiya axa Sûriyeyê, tehdîdên li hemberî vegera Sûriyeyiyan û pêvajoya ku Tirkiyeyê ji mecbûrî ber bi rojhilatê Feratê va dest bi herekatê kir, dike.
Serokê Lijneya Rêvebirinê û Midûrê Giştî yê AAyê Şenol Kazanci jî di pêşgotina ji bo pirtûkê nivîsî da diyar kir, Tirkiyeyê ji roja li ser sînorê wê yê başûr şerê navxweyî dest pê kir û heta îro ku ji ser ra 9 sal boriye her tim yekîtî û bihevratiya axa Sûriyeyê parast.
Kazanci destnîşan kir ku Tirkiye li qada navneteweyî di vê çarçoveyê da hewl da û bi herekatên li dijî DEAŞ û YPG/PKKya rêxistina terorê bir serî va jî nîşan da ku ew nahêle li ser sînorê wê xeta terorê bê avakirin û ji bo dawî li tehdîda YPG/PKKyê ya ser sînorê wê heye bîne jî bi biryar e.
Di nivîsa xwe da Kazanci bi bîr xist Tirkiye ji bo 3 milyon û 600 hezar welatiyên Sûriyeyê bi dayîna "statuya berwext" va mazûvaniyê dike û Herekata Kaniya Aştiyê ji bo damezrandina herêmeke ewle ku wê derfetek pêşkêş bikira jî dest pê kir, Tirkiye, di çarçoveya mafên qada hiqûqa navneteweyî da herekat domand û heya ji dest hat jî parastina sivîlan derxist pêş û di wê çarçoveyê da herekatê birêva bir.
Kazanci bi bîr xist ku têkoşîna dijî terorê ya li qadê zû çû serî û ew mutebaqatên Tirkiyeyê bi Amerîka û Rûsyayê ra çêkir jî wek serfiraziyên siyasî di dîrokê da cih girtin û wiha pê da çû: "Di pirtûkê da qala destpêka PKKyê, sazîbûn û çalakiyên wê, ewlehiya sînor ê Tirkiyeyê, yekîtiya axa Sûriyeyê, tehdîdên li hemberî vegera Sûriyeyiyan û pêvajoya ku Tirkiyeyê mecbûrî ber bi rojhilatê Feratê da destpêkirin tê kirin. Di pirtûkê da bi kurtasî qala hereketa serkeftî jî tê kirin. Ew mutabeqatên dîrokî yên ku ji bo pêşeroja herêmê Tirkiyeyê bir serî jî cih digirin. Ez ji hemû hevalên xwe yên ku ji bo amadekirina vê xebatê keda wan heye ra spas dikim."
Hûrgilî û agahiyên berfireh ên der barê weşanên AAyê û hemû pirtûkên hatine çapkirin da ji ser navnîşana "https://www.aa.com.tr/tr/aa-yayinlari"yê hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.