"Em biryardar in ku axa Sûriyeyê bi 'Kaniya Aştiyê' av bidin"
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay: "Em biryardar in ku axa Sûriyeyê bi 'Kaniya Aştiyê' av bidin."

Bursa
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay: "Em biryardar in ku axa Sûriyeyê bi 'Kaniya Aştiyê' av bidin."
Oktay li Înegola navçeya Bursayê li otêlekê di civîna Teşkîlata Înegolê ya AK Partiyê da axivî.
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay der barê Herekata Kaniya Aştiyê da got ku armanca me bi tenê ew e ku ewlehiya sînorên me were edilandin û Sûriyeyî ewle vegerin malên xwe.
Oktay destnîşan kir wê destûrê nedin ku şaxeke PKKyê li kêleka wan avzêleke terorê ya nû ava bike û got ku em biryardar in ku axa Sûriyeyê bi 'Kaniya Aştiyê' av bidin.
Alîkarê Serokomar Oktay diyar kir Tirkiyeyê her tim yekîtiya axa Sûriyeyê û yekîtiya wê ya siyasî aniye ziman.