Şikefta Şanederê ya li Hewlêrê ji bo dîrokê rê nîşan dide
Li Şikefta Şanederê ya bermayiyên merivên Neandertal yên wekî merîvên pêşîn yên dinyayê tên qebûlkirin lê hatin dîtin ji bo dîrokê rê nîşan dide

Arbil
Li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê li Şikefta Şanederê ya bermayiyên merivên Neandertal yên wekî merîvên pêşîn yên dinyayê tên qebûlkirin lê hatin dîtin ji bo dîrokê rê nîşan dide.
Şanedera wekî şikefta merivên Neandertal tê zanîn li bintara Çiyayê Bradost a li Mêrgesora navçeya Hewlêrê ye. Bilindahiya şikeftê 18 mêtre, berahiya wê 53 mêtre û kurahiya wê jî 40 mêtre ye. Deriyê şikeftê jî sêparsû hatiye çêkirin.
Gelek arkeologên ji herêmên cuda yên dinyayê li Şikefta Şanederê xebatên kolanê kirin. Di encama kolanan da bermamiyên merivên Neandertal hatin dîtin û girîngiya şikeftê bi vê hê jî zêde bû. Her sal bi deh hezaran ziyaretvan tên dîtina şikeftê.
- Di şekeftê da hestiyên 21 merivên di heyama kevirîn da jiyane hatin dîtin
Soran Emînê Midûrê Saziyên Dîrokî ya Mêrgesorê ji nûçegihanê AAyê ra qala şikeftê û bermamiyên di Şikefta Şanederê da hatin dîtin kir.
Emîn destnîşan kir ku di kolana sala 1960î ya li Şikefta Şanederê da bermayiyên merivên Neandertal hatin dîtin û di şekeftê da hestiyên 21 merivên di heyama kevirîn da jiyane hatin dîtin.
Emîn diyar kir ku di sala 1951ê da cara ewil koma arkeologên ji Zanîngeha Columbîayê di pêşîkêşiya arkelog Ralph Soleckî da dest bi kolanan kir û wiha pê da çû:"Di encama kolanên ewil da bermayiyên merivên ewil hatin dîtin. Soleckî di kolana 3 qeremêtreyî da hestiyên dergûşeke 9 mehî dît. Wekî mayîn 2 hezar û 792 bermayiyên merivên berê jî hatin dîtin lêbelê ew yê merivên Neandertal nebûn. Lêkolînan nîşan dan ku ev piştî merivên Neandertal hatine vê derê û cotkarî û heywandarî kirine."
Emîn got ku gelek arkeologên xwecî û biyanî li şikeftê lêkolîn kirin û li ser bermayî û hestiyan lêkolînên li laboratuvara hatin kirin. Emîn got di encama xebatan da hat diyarkirin ku Neandertal ji vir 60 hezar û yan 80 hezar sal berê jiyane.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.