Zelenskiy: "Ez ê roja pêncşemê li Tirkiyeyê li benda Putîn bim"
Kiev
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy diyar kir ku ji bo bidawîkirina şer, ew ji bo sibê û pê va li benda agirbesteke tam û mayînde ne û wiha got, "Ez ê roja pêncşemê li Tirkiyeyê li benda Putîn bim."
Zelenskiy di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li ser hesabê xwe yê Telegramê da pêşniyaza Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn ya di 15ê Gulanê da domandina mizakereyên li Stenbolê nirxand.
Zelenskiy da bibîrxistin ku wan pêşniyaz li Rûsyayê kir ku ji sibê û pê va agirbesta tam û mayînde were pêkanîn û wiha got, "Ji sibê û pê va em li benda agirbesta tam û mayînde ne ku ji bo edilandina zemîna dîplomasiyê pêwîst e."
Zelenskiy bal kişand ku ew ê di 15ê Gulanê da li Tirkiyeyê li benda Putîn be û wiha got, "Ez ê roja pêncşemê li Tirkiyeyê li benda Putîn bim. Wek şexsê xwe. Hêvîdar im Rûs dê îcar li hincetan negerin."
- Putîn pêşniyaz kiribû ku di 15ê Gulanê da mizakereyên Stenbolê bên domandin
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn di civîna çapemeniyê ya li Moskovayê da axivîbû û bal kişandibû ku wan pêşniyaz kir, mizakereyên ku rayedarên Kîevê di dawiya sala 2022yan da navber dabûnê, jinûva bên destpêkirin û wiha gotibû:
"Em pêşniyaz dikin, li cihê ku mizakere lê pêşdatir di nîvî da mabûn, li Stenbolê, mizakereyên rasterast nexasim jî bi awayekî bêyî pêşmerc û her wiha zûzûka bên destpêkirin."
