Tirkiye

Yek ji endezyarên Sîteya Ronesansê ya ku li Hatayê xira bû hat girtin

Lale Köklü Karagöz  | 23.09.2023 - Rojanekırın : 24.09.2023
Yek ji endezyarên Sîteya Ronesansê ya ku li Hatayê xira bû hat girtin

Hatay

 E.Dyê ji endezyarên Sîteya Ronesanê ya li Hatayê ya ku ji ber erdheja navend Kahramanmaraş xira bû û dora 1000î kes tê da mirin, hat girtin.

Buroya Lêpirsîna Sûcên Erdhejê ya Serdozgeriya Komarê ya Hatayê lêpirsînên xwe yên der barê kesên ku di mirin û birîndarbûnên di avahiyên di erdhejên 6ê sibatê da xirabûn da qisûra wan heye didome.

Di vê çarçoveyê da der heqê E.Dyê (47) ji endezyarên Sîteya Ronesansê ya ku dora 1000î mirov tê da mirin da biryara girtinê hat derxistin.

Gumanbarê hat binçavkirin piştî miameleyan derxistin mehkemeyê û hat girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın